kurdhack.page.tl Open in urlscan Pro
193.238.27.24  Public Scan

Submitted URL: http://kurdhack.page.tl/
Effective URL: https://kurdhack.page.tl/
Submission: On May 20 via api from SA — Scanned from DE

Form analysis 0 forms found in the DOM

Text Content

      kurds-hacked-forum

Navigation Home Contact news Kamuoyuna STARTLARIMIZ

  Home

 

 


    


KURDİSH İNTERPOL




EM KÎ NE...      

 


 FOR TURKISH

 

Êdî em hîn dibûn ku divê em li hember van êrîşan têkoşîna herî mezin a
kurdistanê li dinyaya înternetê bidin destpêkirin.Em jî dizanin ku em di hacking
ê de gelek nû ne. Lê belê em çi qas nû bin jî em ew qas bi lez in jî xebatên ku
me kiriye jî delîlê vê tiştê ye. Ma em yanî endamên "Patriotic Hackers" çawa kom
bûn ? “Kom bûn” “yek bûn” … Em jî dizanin ku ev gotin ji bo kurdan gotinên dûr û
bi zehmet in. Parçe bûna netewî gihaştiye her derê mêjîyê me.

Li tirkiyê û li derveyî tirkiyê gelek komên hacking ava dibûn gelek çalakiyan
dikirin lê belê di demeke kin de nikaribûn ku xwe nûjen bikin ji lewma tev winda
dibûn. Bi tenê hin komên hacking ê li hemberî vê tiştê biryara yekîtiyê standin.
Ew jî koma "Patriotic Hackers" e ku dê di demeke nêz de navê xwe bi herkesî bide
sehkirin. Ev koma nû û dûpat dike ku ew êdî dibin hêzê parastina bikarhênerên
kurdîstaniyan. Di heman demê de ji bo ciwanên nû yên hacking ê weke dibistanê
ye. Berî avabûna Patriotic Hackers komên me ji gelek malperên dewletê re êrîşan
kiriye. Ji sazîyên faşîstan re bersîvên giran dane.Em hin mînakan bidin. Kurdish
Hackers Clan, koma yekemîn a hackerên kurdan e û ew xwe tevlî Patriotic Hackers
ê kirin bi sedan malperên dewletê û malperên şexsîyan re êrîşan kirin. Dîsa
ColdHackers, li tirkîyê gelek malperên dewletê hack kir û di heman dêmê de ji
malperên hacker ên tirkan re êrîşan kir.Bi êrîşa

Milliyetci.Org ê ew navdar bûn û rêza gelek mirovan qezenç kirin. Komeke ku ji
ColdHackers ê veqetîn û xwe bi Serxwebun Team navkirin jî bi gelek çalakiyên xwe
navê xwe dan bihîstin.Hevalê me B3g0k jî dema di ColdHackers ê bû ji malpera
medyaya faşîst FLASH TV re êrîşekî kir û çavê olîgarşîya faşîst tirsand.Komeke
din ku ji xwe re digotin

"Digital Kurdish Hackers" jî ji malpera Ataturk.Net re êrîşek kirin û ji
serûpela malperê re wêneyên qirkirina ku tirkan li kurdan kiriye têxistin.Dîsa
koma bi navê Cyber Army bi çalakiyên xwe navê dan bihîstin.Komeke din ku bi navê
Kurd Hackers Alliance jî bi êrîşkirina ji malperên zanîngehan re xwe dan
nasandin. Va ev hemû kom nîşan didin ku komên hackingê dê ji faşîzmê re
bersîvekê bidin. Patriotic Hackers jî dê vê hêzê ji hemûyî dinyayê re nîşan
bide. Ji ber vê yekê em li hemberê we ne , li ba we ne , li pişta we ne… Her
tişt ji bo Ocalan û gelê kurd e.

Patriotic Hackers

 



Sedema êrîşen ser malperên kurd çîye?





Qelsîtîyen PHP-Nuke ê.. 31.58% (18) Nezanîbûna Rêvebire.. 49.12% (28) Qelsîtîyen
ji Apache ye.. 1.75% (1) Ne Rojanekirine.. 17.54% (10)






 

Beriya çend salan yekî ji me re bigota "li înternetê şer heye hûn çi dikin" me
yê ji rûyê wî re kenîyabana. Çimkî ji bo me hacking, dev jê jî berdin înternet
gotineke zehmet bû. Li Tirkîyê piştî qedîna salên 90 îyan hêzên dewletê dest bi
êrîşên psîkolajîk kir.Ma bi tenê psîkolojîk ? Na . Bi biryara amûrê şerê ya
taybet ji malperên dijberên tirkîyê re qampanyayên girtinê dan destpêkirin. Li
dawiyên sal ên 90 îyan li tirkiyê alîgirên şerê ji dengê înternetê ya kurdan
özgür politika re ewilî bi rêyên zagonî piştre jî bi riya bipalavkkirinê xwestin
ku weşana wî bibirin. Dîsa ev faşîst ji malpera rojname ya Ekmek ve adalet re
êrîşkirin. Ev êrîş ji aliyê dewletê ve wek zagonî dihatin nîşandan û ji bo gel
negihêje malperên şoreşger û demokrat dihat kirin. Ma ev êrîş bi tenê ji aliyê
dewletê dihatin ! Na !

Li tirkîyê bi mezinbûna faşîzmê re , hin rebenên ketine vê rewşa gihanê ku ji
xwe re digotin hacker derketin holê. Bi êrîşên xwe yên ji malperên kurdistanîyan
re careke din rebeniya xwe nîşan dan û daxwazê wan ew bû ku bîrdoza hackîngê bi
ramanên xwe yên rêşaş bifetisînin. Malperên me her roj dihatin hackkirin.
 

  Today, there have been 4 visitors (4 hits) on this page!  

About this page You can enter some information about yourself here,
or e.g. insert some partner-links, a picture...whatever you want ;-)  

 

This website was created for free with Own-Free-Website.com. Would you also like
to have your own website?
Sign up for free